Hejmara 15em a Kovara Nûbihar Akademiyê derket

02 October 2021 14:59 0 dîtin
Hejmara 15em a Kovara Nûbihar Akademiyê derket

PeyamaKurd – Hejmara 15em a Kovara Nûbihar Akademiyê, di sala xwe ya heyştem de derket. Nûbihar Akademî, di heman demê de bi edîtorîyeke nû pêşwazî li sala xwe ya heyştem dike.

Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak, di derbarê prosesa derketina Nûbihar Akademiyê de, ya ku heft sal li pê xwe hişt wiha axifî: “Kovara Nûbihar Akademiyê jî di encama vebûna beşên Kurdolojiyê yên li zanîngehên Tirkiyeyê, bi mebesta piştgiriya akademiya Kurdî û bipêşxistina zanista Kurdolojiyê bi hevkariya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên Kurd, di sala 2013an de wek kovara yekem a Kurdolojiyê ya li Tirkîyeyê dest bi weşana xwe kiribû. Em di wê baweriyê de ne ku Nûbihar Akademiyê di heft salên xwe yên rabirdûyê de, wek pêşengeke qada xwe di akademiya Kurdî de, roleke erênî û girîng lîstîye.”

Herwiha Adak di berdewamiyê de derheqê dahatûya kovarê û desteya nû ya edîtoriyê de axifî û da zanîn: “Nûbihar Akademî ji bo ku ji vir şûn de jî vê rola xwe ya erênî bi awayekî baştir bilîze û wek dezgeheke akademîk a serbixwe û bi perspektîfeke objektîf rêwîtiya xwe bidomîne xwedî îradeyeke tam e. Di vê çarçoveyê de, em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî di sala xwe ya heyştem de (2021) di desteya edîtoriyê de revîzyoneke bingehîn dike û dil dike ku hem nirxê weşana xwe ya akademîk bihêztir bike, hem jî rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.”

Naveroka jimara 15em a Nûbihar Akademîyê bi vî rengî ye:

Zülküf Ergün, di gotara xwe ya bi navê “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdiya Soranî bo Kurdiya Kurmancî” de ku bi Kurdiya Kurmancî hatiye nivîsîn, li ser wan bêjeyan disekine ku di vê sedsala dawîn de ji Soranî bo Kurmancî bi çewtî hatine wergirtin.

Shahab Wali, di gotara xwe ya bi navê “Pîr Şehriyarê Hewramî û Kelamên Wî di Baweriya Yarsanan de” de ku bi Kurdİya Kurmancî hatîye nivîsîn, bi rêya hin metnên nû, kesayetiya tarîxî, dînî û edebî ya Pîr Şehriyarê Hewramiyê ku nûnerekî girîng ê Kurdên Yarsan ê sedsala XIem e derdixe holê.

Orhan Örs, di gotara xwe ya bi navê “Milliyetçiliğin Osmanlı’daki Tezahürleri: Müslüman Halklar ile Hristiyan Halkların Milliyetçilikleri” de ku bi Tirkî hatîye nivîsîn, neteweperweriya gelên Xirîstiyan ên Osmanî û Kurd di serî de gelên Misilman ên Osmanî berawird dike.

Zana Karak, di gotara xwe ya bi sernavê “Helbesteke Nûpeyda ya Feqîyê Teyran” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn, helbesteke Feqiyê Teyran ya ku heta niha nedihat zanîn pêşkêş dike.

Mehmet Yonat, nivîsara Rojhilatnasê Îngilîz G. R. Driver a bi navê “The Name Kurd and Its Philological Connexions” ku di çavkaniyên tarîxî de navên bi Kurdan re eleqedar tesbît dike wergêraye Kurdiya Kurmancî.

Emin Purçak jî di nivîsara xwe ya bi navê “Bi Nêrîna Rastgirên Tirk ên Radîkal li Tirkiyê Kurd” de ku bi Kurdîya Kurmancî hatiye nivîsîn, li ser pirtûka akademîsyenê Zanîngeha Kilis 7 Aralıkê Bayram Koca nirxandinekê dike.

Nûbihar Akademiya ku salê du caran belav dibe, hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.