Hejmara 156an a kovara Nûbiharê hat wesandin

25 August 2021 13:58 0 dîtin
Hejmara 156an a kovara Nûbiharê hat wesandin

PeyamaKurd – Hejmara 156an a kovara Nûbiharê hat weşandin. Di vê hejmarê de Rohat Alakom li ser keştiya Hz. Nûh a ku li ser çiyayê Cûdî daniye nivîsiye.

M. Zahir Ertekin di nivîsa xwe de qala nivîskar û şaira Kurd Diya Ciwan û kitêba wê ya “Zikata Evînê” kiriye.

Herwiha Mûrad Celalî, di vê hejmarê de zûgotinokên Kurdî û taybetiyên wan kiriye mijara nivîsa xwe. M. Sadik Varli, di nivîsa xwe de li ser Serhildana Bedlîsê ya sala 1913an rawestiyaye. Mela Mihemedê Kêrsî, qala Mela Weysiyê Sohtilî û Mela Hesenê Bazidî kiriye.

Rahmetûllah Karakaya, li ser nivîskariya Sabri Akbel, Kenan Soylemez jî li ser Dengbêj Evdirehmanê Perê nivîsiye.

Abdûrrahman Benek, qala Berbanga Kurdên Qazaxistanê û Prof. Kinyazê Îbrahîm; Hanîfî Taşkin jî qala nameyeke Seyid Tahayî ya ku ji ‘Ebdirehmanê Qutûbî re şandiye kiriye.

Bi Kirmanckî/Dimilî, O. Faruk Çetînkaplan şi’rek ji Melayê Cizîrî wergerandiye. Netîce Altûn Demîr jî çîrokek nivîsandiye. Hevpeyvîna vê hejmarê Salihê Kevirbirî bi Serkarê weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil re kiriye.

Hêjayî gotinê ye, ji bilî van nivîs, helbest û hevpeyvînan, çendîn nivîs û helbestên din di vê hejmarê de hatine weşandin.