Hejmara nû ya kovara Dilopê hat wesandin

07 January 2022 14:07 0 dîtin
Hejmara nû ya kovara Dilopê hat wesandin

PeyamaKurd – Kovara Dilopê ya ji du mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya Rêbendan-Reşemiyê hat weşandin. Kovarê di vê hejmarê de, li ser "Bîra Bindestan" dosye amade kiriye.

Kovara bi Kurdî û Tirkî ya çand, huner û polîtîkayê Dilop bi hejmara xwe ya 24an derket. 

Niviskar Welat Esen sala borî di Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî de bi ser ketibû ku ew bi xwe girtî ye. Kovarê bi wî re hevpeyvînek kiriye. Esen diyar dike: "Weke min kevinekî dîwar kêm danîbe". Ji hevpeyvînên din Rojda Kizgin jî bi kordînatora projeya "Amed/Sûr: Rêwîtiyeke Bîrê" Dilan Kaya re axiviye. Kaya eşkere dike: "Wekî ku çîrokek min a kevn temam bûbe."

Ji nivîsên bi Kurdî Îbrahîm Gênç li ser Kamûran Alî Bedirxan bi sernavê "Mîrek li Pasîrê: Kamûran Alî Bedirxan" nivîseke portreyî nivîsiye. Mela Mihyedîn jî bi sernavê "Di helbesta kurdî de çay û cixare" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Kovarê dosyaya xwe ya vê hejmarê li ser "Bîra Bindestan" ava kiriye ku sernavê "Em çawa bînin bîra xwe, em çawa bibîr bînin?" bikar aniye.

Di bin moderatoriya Reşo Ronî de akademîsyen û nivîskar Adnan Çelik, akademîsyen-sosyal psîkolog Duzgun Ugur û nivîskar Ozgur Amed li ser meseleyê axivîne.

Mijarên wekî têgeheke polîtîk bîranîn/bibîranîn, piştperdeya kiryarê nîşan nade, mînakên ji dinyayê, piştî çareseriyên polîtîk pratîkên bibîranînê di dosyayê de hatine nîqaşkirin.

Herwiha di vê hejmarê de, Recep Maraşli, Bariş Avşar, Gulfer Akkaya, Ahmet Erhan, Hatice Yildiz, Mihail Şolohov, Hazal Kar, Gulnaz Karatay, Ozgur Çirak, Dr. Omer Uluçay, Remzi Aydin, Elif Eser, Sevgi Yilmaz bi nivîsên xwe, Fewzî Bîlge, Yagmur Atsiz, Mem Al û Reyhan Sarhan bi helbestên xwe cih girtine.

Ji bo tekilî û xwestinê:

Telefon: 0543 488 69 96

E-mail: dilopdergisi@gmail.com

Malper: kovaradilop.net