Hejmara nû ya e-kovara Popkurdê hat wesandin

26 April 2022 12:29 0 dîtin
Hejmara nû ya e-kovara Popkurdê hat wesandin

PeyamaKurd – Hejmara nû ya e-kovara Popkurdê piştî 10 mehan hat weşandin û Popkurdê di vê hejmara xwe de, stranbêja Kurd a Êzîdî Zara kiriye berga kovarê. 

Popkurda yekemîn di sala 2018an de derketibû. E-kovarê hejmara xwe ya dawî par di meha pûşperê de derxistibû û niha piştî 10 mehan hejmara xwe ya 10emîn derxist pêşberî xwendevanên xwe.

Popkurdê di vê hejmarê de bi stranbêja Kurd Zara hevpeyvîneke kiriye û berga Kovarê jî bi wêneyê wê saz kirine.

Hevpeyvîna bi Zara re bi Rûsî hatiye kirin û aliyê Firat Sozerî ve bi Kurdî hatiye wergerandin. Hunermend Zara ku ji Kurdên Sovyetê ye li ser albuma xwe ya yekemîn dibêje: “Ji bo min ev albuma Kurdî nîşaneya rêzgirtina malbata min e.”

Herwiha di beşa POP Pirsê de jî pirsên xwe ji Kurdeke din a ji Kurdên Soyvetê ji Narîn Nadîrova kirine.

Di e-kovarê de Osman Mehmed bi "Seferek bo Ewropayê bi otomobîlê" cih girtiye. Bawer Yaren li ser bilardoyê bi sernavê "We go bîlardo?", Rodî Ekîncî û Wedat Akdaş jî bi ser navê "Çi ye ev metaverse!?" berê xwe dane teknolojiyê.

Di kovarê de li ser xerîteya navdarên Kurd ku li ku dijîn, li ser derhênerên Kurd niha çi dikin, li ser jenerasyona Zyê nivîs hatine weşandin.

Herî dawî di bin sernavê "Raqbêjên Kurd dipeyivin" de jî rapbêjên Kurd ên ciwan qala xwe kirine.