Helbestvanê Tirk yê xwarziyê Kurda, Nazim Hikmet Ran tê bibîranîn

01 June 2024 22:33 0 dîtin
Helbestvanê Tirk yê xwarziyê Kurda, Nazim Hikmet Ran tê bibîranîn

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Eskişehirê helbestvanê Tirk ê xwarziyê Kurda Nazım Hikmet Ran di koça dawiyê ya 60 saliya wî de ji aliyê şaredariya Eskişehirê de tê bibîranîn. Di bîranînê de şaredara Eskişehirê Ayşe Ünlüce got:

“Zarokên welatê wî, ew welatê ku gelek jê hezdikir, wê ti carî Nazım Hikmet ji bîr neke.”

Bîranîna Nazım Hikmet ji aliyê şaredariya mezin ya Eskişehirê, şaredariyên Odunpazarı, Tepebaşı, Seyitgazi û Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyê tê birêvebirin.

Panel li Navenda çand û hunerê ya Yunus Emre tê kirin û moderatoriya panelê Emel İrtem dike Mahmut Temizyürek û Altay Öktem jî axaftvanin.

Di panelê de şaredarê Odunpazarıyê Kazım Kurt di axaftina xwe de got:

“Eger em nasnama Nazım Hikmet ya nivîskariyê û siyasetê deynin kenarekî, em dikarin bêjin ku Hikmet hêviye. Ji ber Nazım Hikmet ti carî hêviya xwe neşkandiye û bi hêvî li dahatûyê nêriye.”


Dema malbata Nazim Hikmet ji Balkana diçe Îstenbolê, ji ber şîrê diya wî kême, diya Celadet Bedirxan wî dimêjîne. Wê wextê xwuşka Celadet Bedirxan, Meziyet Çinar li destê diya xwe bûye û xwuşka şîr ya Hikmet e. Ji ber wê jî Nazım Hikmet dibe birayê şîr yê Celadet, Kamûran û Meziyet xanim.

Ji aliyê bavê de Nazim Hikmet bi xwe Çerkeze lê Tirk lê xwedî dertên.