Helbestvanê Kurd Elî Lîmoyî koça dawî kir
PeyamaKurd - Helbestvanê kurd ê naskirî ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Lîmoyî (Sabit Kirmaşanî) ku 9 dîwanên wî yên helbestan hatine çapkirin, di 85 saliya xwe de koça dawî kir.
Hat zanîn ku helbestvan Elî Lîmoyî ku e sala borî felca mejî derbas kiribû û rewşa tendirustiya wî têk çûbû, îro 19ê Îlonê roja Yekşemê koça dawî kiriye.
Helbestvan Lîmoyî di sala 1937an ji bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye û piştî temamkirina xwendina Rêveberiya Xanûberiyê li Kirmaşanê karmendî kiriye û di sala 1995an de xanenişîn bûye.
Helbestvanê kurd Elî Lîmoyî di van demên dawî de bi navê ‘Şi’rên Dilber Şîrîn Zimanî’ hatibûn belav kirin.
Elî Lîmoyî di nûciwaniyê de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û helbestên xwe bi kurdiya soranî û farsî nivîsandine ku heta niha 9 dîwanên wî hatine çapkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin