Helbestvanê Kurd ê navdar Hadî Behlewî îro koça dawî kir

18 August 2021 13:30 0 dîtin
Helbestvanê Kurd ê navdar Hadî Behlewî îro koça dawî kir

PeyamaKurd – Helbestvanê Kurd ê navdar Hadî Behlewî, îro di saet 9ê sibehê de, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di 73 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Helbestvanê Kurd Hadî Behlewî, di 16ê Gulana 1948an de, li gundê Girzîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû. Hadî Behlewî, ji sala 1965an ve dest bi nivîsandina helbestan kir û bi Erebî û Kurdî dinivîsand.

Behlewî di sala 1967an de, li Zanîngeha Helebê koleja zimanê Erebî xwend û pişt re mamostetiya zimanê Erebî li dibistanên Qamişloyê kir. Di sala 2010an de bi nexweşiya şekir ket û bînahiya her du çavên xwe ji dest da, lê heta roja dawî ji temenê xwe, her di afirandina helbestan de berdewam bû.

Behlewî sê dîwanên helbestan li pey xwe hiştin bi navê: "Wê Sibe Bê-(2002)", "Ji Dil (2017)" û îsal (2021) dîwana xwe ya herî dawî bi navê "Ristek Janên Hûnayî" belav kir. Gelek helbestên Hadî Behlewî bûne stran û hunermendên wek: Seîd Gabarî, Beha Şêxo, Adil Hiznî û hin kesên din helbestên wî bi awaz kirin û kirin stran.

Helbestvan Hadî Behlewî "Xelata Mela Ehmedê Palo" di salvegera wî ya duyem de wergirtibû.