Helîkopterekî ket û 2 kes tê de mirin

31 March 2021 00:47 0 dîtin
Helîkopterekî  ket û 2 kes tê de mirin

PeyamaKurd – Li welatê Çekyayê li bajarê Dobrichovice yê helîkopterekî ket û di encamê de 2 kes tê de mirin. Bajarê Dobrichovice dikeve rojavayê başûrê payîtexta Çekyayê Pragê û 20 km jê dûr e.

Li gor ragihandina polîsên Çekyayê; helîkopter ketiye nava erdeki vala. Gelek ambûlans û tîmên agirvemirandinê bo ciyê bûyerê hatine şandin.

Bo zanîna sedema qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin û li ser cesedan wê otopsî bêkirin.