Hemû ciwanên ji hilgirtina Ala Kurdistanê hatibûn binçavkirin bi mercê kontrola edlî hatin berdan

27 September 2022 17:44 0 dîtin
Hemû ciwanên ji hilgirtina Ala Kurdistanê hatibûn binçavkirin bi mercê kontrola edlî hatin berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku her 6 ciwanên ku ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê di maça Amedspor-Bursasporê de hatibûn binçavkirin, bi merçê kontrola edlî hatin berdan.

Roja Yekşema borî di maça futbolê ya tîma Amedspor û Bursasporê de ku li Diyarbekirê hat lîstin de, çend ciwanên alîgirên tîma Amedsporê Ala Kurdistanê vekiribûn û bi dirûşmên Bijî Kurdistanê piştevaniya tîma xwe kiribûn.

Piştî belavbûna dîmenan Wezareta Navxwe ya Tirkiyê lêpirsîn dabû destpêkirin û paşê jî ew ciwan hatibûn binçavkirin.

Ciwanên hatibûn binçavkirin piştî ku şevek di bin çavan de derbas kirin derketin pêşberî dadgehê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan û derketina derveyî welat jî li wan hat qedexekirin.