Hemû dîwanên Arjen Arî wekî setekê hatin çapkirin
PeyamaKurd- Hemû dîwanên helbestkarê bakurê Kurdistanê Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor ve wekî setekê hatin çapkirin.
SET JI VAN PIRTÛKAN PÊK TÊ:
Şêrgele, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Ev Çiya Rûspî Ne, Çîl Çarîn, Eroûtîka, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi'ir û Sînor
Xebatkarê Weşanên Sor û yek ji edîtorên vê setê Reşo ragihand ku weke weşanxane wan bixwe cara ewil seta Arjen Arî amade kirine bo weşanê û bi vê yekê serbilind in. Derbarê Arjên Arî de Ronahî got: “Arjen Arî bi helbesta xwe keleheke berxwedanê ye. Yê me jî, heta ji destê me tê em li vê mîrateya berxwedanê xwedî derdikevin. Me li ser navê wî ev çend sal in pêşbirka helbestan li dar dixist, niha jî me kitêbên wî bo weşanê amade kir, çap kir.”
Xwişka Arjên Arî, Necla Arî jî got: “Arjen Arî heta gava sax bû dixwest ku kitêbên xwe di bin banê Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê de kom bike. Niha xwesteka wî bi cî hat.”
ARJEN ARÎ KÎ YE?
Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara peşî li kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan. Wekî gelek helbestkqr û nivîskarên Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polisan dest danîn ser helbestên wî yên Kurdî û Tirkî. Qasî hefteyekê di girtîgehê de ma. Ew derket lê helbestên wî heta niha jî girtî ne. Piştî 12ê îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma. Helbestkar Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Cotmeha 2012an de koça dawiyê kiriye û gora wî li Goristana Yenîkoya Amedê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin