Hemû hevpeyvînên Celîlê Celîl wekî pirtûkekê hatin wesandin

29 November 2019 12:37 0 dîtin
Hemû hevpeyvînên Celîlê Celîl wekî pirtûkekê hatin wesandin

PeyamaKurd - Pirtûka bi navê, ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku derbarê jiyana nivîskar û rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de hatiye nivîsandin, hat weşandin.

Hevpeyvînên nivîskar, Kurdolog û foloklornasê Kurd Celîlê Celîl ên di navbera salên 1991 û 2019an di rojname, kovar, televîzyon û kanalên cuda yên rmedyayê de belav bûne li xwe digire, li bakurê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi navê, ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ve hat belavkirin.

Hevpeyvîn li ser derbarê malbata Celîlan de jî ku zêdetirî 80 sal e xizmeta wêje û folklora Kurdî dike de, agahiyên berfireh dide ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat belavkirin ji 384 rûpelan pêk tê.

Ev pirtûk, di warê dîroka Kurd û Kurdolojîyê de, ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkanîyeke girîng. Ji lew re di nav hevpeyvînan de tê dîtin ka Kurdolog Celîlê Celîl li ser bingeha dîrok, ziman, çand û wêjeya welatî çawa ber bi gerdûnê ve meşîyaye û xebatên wî di navbera paşeroj û pêşerojê de pireke çawa danîne.

Pirtûk ji aliyê lêkolîner Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û Gultekîn derbarê pirtûkê de dibêje: “Her çiqas xelk Celîlê Celîl û malbata wî nas bikin jî, min xwest aliyên ku nayên zanîn pêşkêşî xwîneran bikim.”