Hemû saxên KFCê yên li Bexdayê hatin girtin

05 June 2024 10:56 0 dîtin
Hemû saxên KFCê yên li Bexdayê hatin girtin

PeyamaKurd – Piştî êrîşan zincîra xwaringehan a Amerîkî KFC biryar da ku hemû şaxên xwe yên li Bexdayê bigire.

Li gor hat eşkerekirin, şeva 3ê Hezîranê derdora saet 22:00ê şeva borî êriş li ser şaxên KFC li kolana Filistîn û devera Karada ya Bexdayê hatin kirin.

Piştî êrîşan welatiyan ji ber girtina gelek kuçeyan bi taybetî herêma Karada û Kolana Filistînê di çûn û hatinê de zehmetî kişandin.

Li gor zanyariyan, KFCê biryar da ku şaxên xwe yên li Bexdayê bigire.

Êrîşên li ser markayên Amerîkî û Brîtanî yên li Bexdayê di heyama ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezze û Refahê zêde bûne de pêk hatin.

Li ser talîmata Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, tîmeke lêkolînê ya berfireh ji bo tespîtkirina êrîşkaran hat avakirin.