Hemû firînên bo Bexdayê hatin rawestandin

15 December 2019 17:09 0 dîtin
Hemû firînên bo Bexdayê hatin rawestandin

PeyamaKurd – Hata ragihandin ku Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, bi temamî hatiye daxistin û hemû firînên hateçûnê hatine rawestandin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Balafirgeha Bexdayê ya Iraqê, hemû geştên esmanî yên balafirgehê hatine rawestandin.

Rêveberiya balafirgehê ragihand ku bi sedema mija zêde û metirsiya li ser selametiya geştan, hemû geştên esmanî bo Balafirgeha Bexdayê hatine rawestandin.

Hat gotin ku dema rewşa hewayî asayî bibe, dê geştên esmanî ji nû ve dest pê bikin.