DYA: 'Hemû alîkariyên derve hatin rawestandin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hemû alîkariyên derve yên Amerîkayê ku ji aliyê Wezareta Karên Derve û Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê ve dihat fînansekirin, ji bo lêkolînê hatin rawestandin.
Hat destnîşankirin ku hemû alîkariyên derve yên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA û Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya DYA (USAID) ve dihat fînansekirin, hatin rawestandin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, hemû alîkariyên derva yên heyî yên ku bi rêya Wezaret û USAIDê tên fînansekirin, hatin sekinandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qutkirina pereyên ku ji welatên biyanî re tên kirin, ji bo nirxandina bikêrhatina van bernameyên alîkariyê û lihevhatina wan bi polîtîkaya derve ya Amerîkayê re hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nirxandin û birêkûpêkkirina alîkariyan erkeke exlaqî ye û hat destnîşankirin ku divê ev xerckirin bi kêrî gelê Amerîkayê were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin