Gestên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hatin rawestandin

07 January 2023 14:31 0 dîtin
Gestên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hatin rawestandin

PeyamaKurd Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê hatin rawestandin.

Rêveberiya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi daxuyaniyekê da zanîn, ji ber xerabiya rewşa avhewayê û kêmbûna dîtinê, geştên asmanî hatine rawestandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, rêveberiya balafirgehê wê di demek nêz de derbarê geşedanên nû de welatiyan agahdar bike.