Gestên asîmanî yên Bexdayê hatin rawestandin

20 April 2022 17:34 0 dîtin
Gestên asîmanî yên Bexdayê hatin rawestandin

PeyamaKurd- Balafirgeha Bexdayê ragihand ku ji ber barîna axê, hemû geştên asîmanî yên Bexdayê hatine rawestandin.

Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê, ji ber rewşa awarte ya xwezayî, hemû geştên asîmanî da rawestandin. Di daxuyaniya balafirgehê ya ku îro hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber barîna axê, asta dîtinê ji 500 metreyan jî kêmtir bûye. Hat zanîn ku car din destpêkirina geştên asîmanî, girêdayiyê asayîbûna hewayê ye.