Li Amedê gestên frokeyan hatin rawestandin
Peyama Kurd - Hate ragihandin ku li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, ji doh êvarê û ji ber mija zêde geştên frokeyan hatin rawestandin.
Li Amedê doh demjimêrên êvarî mijeke zêde çêbû û mesafeya dîtinê daket heta jêr 400 mîtroyî.
Ji ber mija zêde û daketina mesafeya dîtinê ji doh û hemû geştên frokeyan yên ji Amedê û yên ber bi Amedê ve hatin rawestandin.
Li gorî zanyariyên Saziya Keşnasiyê, bandora mijê wê îro jî berdewam bike.
Hemû geştên plankirî hatin betalkirin û li gorî rewşa hewayê wê geştên frokeyan careke din dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin