Gestên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

03 January 2024 10:22 0 dîtin
Gestên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 3yê Çileyê 2024an, ji ber mija zêde hemû geştên çûyîn û hatina bo Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatin rawestandin.

Çavkaniyeke ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihandiye ku ji ber mija zêde û mercên nebaş ên hewayê, seferên balafiran hatine rawestandin.

Hate diyarkirin ku dema rewşa hewayê guncav bibe dê geştên ji balafirgehê ji nû ve dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye, li gelek deverên Hewlêr, Berdereş, Duhok, Koye, Silêmaniye û Raperînê ji ber mija zêde û mesafeya dîtinê kêm bûye.