Ji ber barîna tozê gestên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

07 April 2022 16:24 0 dîtin
Ji ber barîna tozê gestên Balafirgeha Hewlêrê hatin rawestandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barîna tozê ji asmanan geştên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re ragihand, ji ber pêla tozê û kêmbûna dîtinê, geştên asmanî hatin rawestandin û got, piştî bidawîbûna vê pêla tozê dê balafirên rêwiyan ji nû ve dest bi seferan bikin.

Li Herêma Kurdistanê îro 7ê Nîsanê pêleke barîna tozê ji asmanan dest pê kiriye ku heta 100 metroyî jî mirov nikarin pêşîya xwe bibînin.