Kompaniya Alman gestên xwe yên Hewlêrê rawestand

12 August 2024 14:21 0 dîtin
Kompaniya Alman gestên xwe yên Hewlêrê rawestand

PeyamaKurd - Kompaniya hewayî ya Almanyayê Lufthansayê ragihand ku wan heta 21ê Tebaxê geştên xwe yên ji bo Hewlêrê rawestandine.

Lufthansayê diyar kir ku ji ber zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl, Hizbulah û Îranê de heta 21ê Tebaxê frokeyên xwe neşînin Hewlêr, Tehran, Beyrût, Eman û Tel Evîvê.

Lufthansayê herwiha da zanîn ku heta wê demê ji bo ewlehiya rêwiyên xwe asmanên Îran û Îraqê bi kar neyîne.

Li gorî daxuyaniya kompaniyê, ji ber hemû geştên diyarkirî hatine betalkirin, kesên ku bilêtên geştên wan kirîne, wê dikarin pereyên xwe paşve bistînin.

Lufthansayê berê jî ragihandibû ku heta 7ê Tebaxê frokeyên xwe naşînin Hewlêrê û paşê jî ev dem heta 12ê Tebaxê dirêj kiribû.

Piştî aloziyên li Rojhilata Navîn hinek kompaniyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Holenda, Hindistan, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Îtalya, Yunanistan, Fransa û Polonyayê geştên frokeyên ku diçin Lubnan û Îsraîlê rawestandibûn.

Piştî ku Serokê Baskê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye di 31ê Tîrmehê de li Tehranê hate kuştin, li Rojhilata Navîn metirsiya şer û aloziyan zêde bû.