Kompaniya Alman seferên xwe yên Îranê rawestand

11 April 2024 14:11 0 dîtin
Kompaniya Alman seferên xwe yên Îranê rawestand

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku kompaniya frokeyan a Alman Lufthansa, ji ber sedemên ewlehiyê, seferên xwe yên ji paytexta Îranê Tehranê re rawestandiye.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Alman de bi sparteka Berdevkê Lufthansayê hatine belavkirin, ji ber rewşa niha ya aloz a li Rojhilata Navîn, kompaniyê piştî nirxandineke hûr û lezg3in, biryar daye ku geştên asmanî yên ji bo Tehranê heta 11ê Avrêlê rawestîne.

Berdevkê kompaniyê diyar kir ku ew bi berdewamî rewşa Rojhilata Navîn dişopînin û bi rayedarên fermî re di nava têkiliyê de ne û got: "Ewlehiya mêvan û tîmên me yên xebatê ji bo Lufthansayê di rêza gringîdayînê de yekemîn e."