THY û Pegasus seferên xwe yên ji bo Îranê rawestand
PeyamaKurd – Rêhewayên Tirk (THY) û Rêhewayên Pegasus ji ber îhtîmala êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê hemû seferên balafiran rawestandibûn.
Di daxuyaniyên ku li ser malperên THY û Pegasusê hatin kirin de hat ragihandin ku ji ber êrîşa muhtemel a Îsraîlê ya li ser Îranê biryara rawestandina seferên ji bo Îranê heta 1ê Mijdarê dane.
Pêştir her du kompaniyên asmanî ji ber aloziyên navçê hemû geştên xwe yên bo Îran, Lubnan û hin welatên din ên Rojhilata Navîn rawestandibûn.
Di hejmara 20ê Cotmehê ya Yekşemê ya rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê hemû amadekariyên bersivdayînê û êrîşa li ser Îranê temam kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî di bersivê de got ku êrîşa li ser Îranê wê bibe xeta sor û nikare bê bersiv bimîne.
Berî niha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Joe Biden behsa çawaniya bersivdana êrîşa moşekî ya Îranê kiribûn û plana leşkerî ya welatê xwe jî gotûbêj kiribûn.
Îranê ji bo tolhildana kuştina Îsmaîl Heniye û Hesen Nasrallah di 1ê Cotmeha 2024an de bi 180 moşekên balîstîk êrîşî Îsraîlê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin