Pegasus, seferên Îranê bo demekê da rawestandin
PeyamaKurd- Şîrketa rêya hewayî ya Tirkiyê bi sedema tehdîda vîrûsa koronayê li Îranê, heya roja 11 ê adarê hemû seferên xwe da rawestandin. Rêvebiriya Pegasusê weha ragihand:
“Bi sedema li Îranê koronavîrus zêde belav dibe û balafirên me her roj ji balafirgeha Sabiha Gökçen û bo Tehranê û ji Tehranê bo Sabiha Gökçenê sefer dikin. Me seferên xwe heya roja 11 ê adarê darwestandin. Di vê mijarê de kesên ku bilêtên xwe bixwazin bidin paş an pere xwe bistînin, dikarin li ser malpara me karên xwe bikin.”
Di beyanê de her weha jimara telefona Pegasûsê hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin