Kompaniyên Alman û Îtalî gestên xwe yên Telavîvê rawestandin

02 August 2024 12:58 0 dîtin
Kompaniyên Alman û Îtalî gestên xwe yên Telavîvê rawestandin

PeyamaKurd - Kompaniya hewayî ya Alman Lufthansa û ya Îtalî, Italya Airlines (ITA) hemû geştên çûnûhatinê yên ber bi Îsraîlê ve rawestandin.

Lufthansayê ragihand ku heta wan heta 8ê Tebaxê çûnûhatinên xwe yên asmanî yên ber bi Îsraîlê ve rawestandiye. ITAyê jî daxuyand ku heta wan jî heta 6ê Tebaxê geçtên xwe yên ber bi Îsraîlê ve rawestandiye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Belcîkayê (Belga), Lufthansayê geştên ji Brukselê jî di nav de, hemû çûnûhatinên xwe yên ji bo Telavîvê, heta 8ê Tebaxê rawestandiye.

Lufthansa ku berê hemû geştên xwe yên ji bo Beyrûdê heta 1ê Tebaxê rawestandibû, ragihand ku wan rawestandina geştên ji bo Beyrûdê heta 12ê Tebaxê dirêj kiriye.

Sedema vê biryarê xirabûna rewşa ewlehiyê ya li herêmê hat destnîşankirin û hat gotin ku "rewşa li bejahiyê dê were şopandin" derbarê destpêkirina seferan de.

Rêwiyên ku seferên wan hatine betalkirin dê karibin ji nû ve veqetînin an jî daxwaza vegerandina pereyan bikin.

Ji aliyê din ve li gorî Reutersê, Rêhewayên ITA jî heta 6ê Tebaxê geştên xwe yên ber bi Îsraîlê rawestand.

Di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe, kompaniyê ragihand ku wan geştên xwe yên ber bi Tel Avîvê, Îsraîl, rawestand, "ji ber geşedanên jeopolîtîk li Rojhilata Navîn û dabînkirina ewlehiya rêwiyan û karmendên xwe."