Gestên frokeyan ên Amed û Hewlêrê destpê dikin

16 February 2024 16:16 0 dîtin
Gestên frokeyan ên Amed û Hewlêrê destpê dikin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê geştên frokeyan ên navbera parêzgeha bakurê Kurdistanê Amed û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê destpê bikin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di serdana xwe ya Amedê de ragihand ku di demeke nêzîk de wê geştên frokeyan ên navbera Amed û Hewlêrê dest pê bikin.

Cevdet Yilmaz li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşdarî kongreya "Xeyala Siberojê ya Amedê" bû.

Cevdet Yilmaz di axaftina xwe ya di kongreyê de da zanîn ku di demeke nêzîk de wê geştên navbera Amed û Hewlêrê destpê bikin.