21 adarê gestên esmanî ji Amedê û Dîlokê rasterast tên Hewlêrê
PeyamaKurd - 21ê adarê ji Amedê û Dîlokê ji bo Hewlêrê û ji Hewlerê jî ji bo her du bajaran, geştên rasterast dest pê dikin.
Hat dîyarkirin ku piştî hewildanên dirêj ên Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Amedê (DTSO); ji Amedê û Dîlokê ji bo Hewlêrê û ji Hewlerê jî ji bo her du bajaran, geştên rasterast di 21'ê adarê de dest pê dikin.
Serokê Komeleya Danasîna Çand û Geştyarîya Amedê Edip Paçal da zanîn ku bi destpêkirina geştên rasterast, dê qadên aborî û geştyarîyê yên bajêr geş bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin