Hengaw: Di 2022yan de 46 kolber hatin kustin, 244 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê rapora xwe ya 2022yan a derbarê kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de, ragihand.
Li gorî rapora Hengawê di nav sala 2022yan de, 46 kolber bi êrîşên hêzên Îranê yan jî di encama qezayên dema kar de hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku 244 kolber jî di nav sala 2022yan de birîndar bûne ku rêjeya mirin û birîndarbûna kolberan li gorî sala 2021ê ji sedê 35 zêde bûye.
Hengawê eşkere kiriye ku mirin û birîndarbûna 209 kolberan bi êrîşên hêzên Îranê bûne.
Hat bibîrxistin ku mirin û birîndarbûnên kolberan ên di encama teqîna mînan de jî ji sedî 300 zêde bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin