Hengaw: Di meha Çileyê de 6 kolber hatin kustin 44 birîndar bûn

01 February 2024 15:55 0 dîtin
Hengaw: Di meha Çileyê de 6 kolber hatin kustin 44 birîndar bûn

PeyamaKurdî -  Li Rojhelatê Kurdistanê, tenê di meha Çileyê de, ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve 6 kolber hatine kuştin û 44 jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) raporta xwe ya Çileya 2024an weşand.

Li gor raportê, di meha Çileyê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve herî kêm 6 kolber hatine kuştin, 44 kolber jî birîndar bûne.

Di raportê de hatiye destnîşankirin ku piraniya kuştin û birîndarkirina kolberan, di encama gulebaranên rasterast ên hêzên rejîmê pêk hatine.

Di raporta Hengawê de hatiye diyarkirin ku di nav 44 kolberên ku birîndar bûne de 6 jî zarok hene.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber nebûna derfetên karên pîşesazî û her cûre karên bi keys, neçar dimînin ku kolberiyê bikin. Lê belê ev kar jî gellek caran dibe sedema kuştin û birîndarbûna wan lewre rejîma Îranê ji aliyekî ve derfetên karên bi keys peyda nake, ji aliyê din ve jî li ser sînor bi dijwarî çûnûhata kolberan asteng dike, bi gulebarankirinê pir caran kolberan qetil dike yan jî birîndar dike.

Pêwîste bê gotin ku hejmareke mezin a ji wan kesên ku kolberiyê dikin xwendane û xwedî diplomayên zanîngehê û masterê ne.