RAPOR | Li Îranê di meha Çileyê de 86 kes hatin îdam kirin

11 February 2024 18:03 0 dîtin
RAPOR | Li Îranê di meha Çileyê de 86 kes hatin îdam kirin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRANAyê ragihand ku tenê di mehe yekê ya 2024an de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 86 kes hatine sêdarkirin.

Li gorî rapora HRANAyê bi sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser 35 kesan û bicihkirina cezayê bidarvekirina 86 kesan di meha Çileyê 2024an de, rêjeya herî bilind a îdamên rejîma Îranê hatine tomarkirin.

HRANAyê daye zanîn, Îranê tevî hemû hişyariyan û daxwaziyên civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan jî bi awayekî zêdetir û berfirehtir, xelkê bi dar vedike.

HRANAyê diyar kiriye ku rêjeya bidarvekirin û sepandina cezayê bidarvekirinê ji meha yekem a sala 2023yan heta meha yekem a 2024an, zêdetirîn rêjeya îdaman di meha Çileya 2024an de hatiye tomarkirin.