RAPOR | Li Îranê 834 kes hatin îdamkirin

05 March 2024 17:33 0 dîtin
RAPOR | Li Îranê 834 kes hatin îdamkirin
PeyamaKurd - Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ku navenda wê li Norwecê ye û Yekiîiya li dijî Cezayê Bidarvekirinê (Ensemble contre la peine de mort-ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, rapora salane ya derbarê îdamên Îranê de weşandin.

Di raporê de hatiye ragihandin ku di sala borî de li Îranê herî kêm 834 kes hatin bidarvekirin.

Di raporê de hate diyarkirin, di sala 2015an de 972 înfaz pêk hatibûn û ji wê salê ve sala ku herî zêde bidarvekirin lê çêbûye, sala 2023yan e.

Hate gotin: “Di sala 2023yan de hejmara înfazê gihîştiye lûtkeyê. Di 20 salên dawî de ev cara duyem e ku hejmara înfazan ji 800î derbas dike.”

Îdam amûra zexta siyasî ye

Saziyên civakî yên sivîl di rapora bi 100 rûpelî de, diyar kir ku piştî serhildana dawî cezayê mirinê weke “amûrê zexta siyasî” tê bikaranîn.

Dîrektorê IHRNGOyê Mahmood Amîry-Moghaddam got: “Tirsandina civakê yekane rê ye ku rejîm xwe li ser deshilatdariyê bigire û cezayê mirinê jî amûra vê ya herî girîng e.”

Hêjayî gotinê ye, li cîhanê bi Çîn û Erebistana Siûdî re, herî zêde îdam li Îranê çêdibin.