Hengaw: Meha borî herî kêm 8 kolberên Kurd hatin kustin

02 July 2021 12:03 0 dîtin
Hengaw: Meha borî herî kêm 8 kolberên Kurd hatin kustin

PeyamaKurd – Li gor Hengawê diyar kir, meha borî herî kêm 8 kolberên Kurd ên ji Rojhilata Kurdistanê di êrîşa hêzên Îranê de hatin kuştin.

Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, di heyama meha Hezîrana îsal de, 8 kolberên Rojhilatî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê û di êrîşa pasdarên Îranê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, di wê heyamê de 11 kolber jî birîndar bûn ku 9 kes ji wan di êrîşa pasdaran de û yek bi guleya hêzên Iraqî û yek jî bi guleya hêzên Tirkiyê de birîndar bûn.

Di meha Hezîranê de herî zêde kolber li Sine hatin kuştin û birîndarkirin ji ber ku li wê parêzgehê 4 kolber hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Li Urmiyê 2 kolber hatin kuştin û li Kirmaşanê jî 2 kolber hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.