Hengaw: Di meha Adarê de herî kêm 36 Kurd hatin girtin û revandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îranê di nava meha Adarê de, herî kêm 36 welatiyên Kurd bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên protestoyî û pîrozbahiyên Cejna Newrozê girtine û revandine.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, 15 welatiyên Kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û hevkarîya hizbên Kurdistanî, 12 welatî bi sedema beşdarbûna protestoyên êrîşa kîmyayî ya li dijî dibistan û xwendekaran û 9 welatî jî dema pîrozbahiyê Newrozê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û girtin.
Hengawê eşkere kir ku li Kirmaşan 3 kes, Urmiye 12 kes, Sine 18 kes û Îlam kesek û navçeyên din ên Îranê jî 3 kes hatine girtin.
Hengawê daye zanîn, di meha derbasbûyî de herî kêm du çalakvanên jin, nûciwanekî di bin 18 saliyê de û 8 mamosteyên dibistanan jî ji aliyê hêzên Îranê hatine girtin ku piranî ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin