Mehaneya herî kêm ya karkerên li Tirkiyê askera kirin: 17.002 Lîra
PeyamaKurd: Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan îro li koşka serokkomariyê bi wezîrê xebat û ewlehiya civakê Vedat Işıkhan, sendîkayên karkeran û karsazan re civiya. Di encama civîna 2 seet û 15 deqeyan de, ew hevdîtinên heya niha li ser tesbîta mehaneya karkeran ya herî kêm dewam dikirin, li Koşka Ankara encam da. Piştî civînê wezîr Işıkhan derket ber çapemeniyê û got:
“Di meha Temmûzê de mehan eya herî kêm 11.402 Lira bû. Niha me kir 17.002 Lîra (569 Dolar). Ji bo millet û welatê me li ser xêrê be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin