Amerîka ji bo guherîna dîlan li Tirkiyê hat kirin sipasiya Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi sedema rola MİTa Tirkiyê ya di guhertina dîlan de kedê daye, sipasiya Tirkiyê kir.
Guherîna dîlan li Ankara bû û 3 hemwelatiyên Amerîkayê û yekî xwediyê green cardê di zîndanên Rûsya de bûn. Biden ragihand ku wê her 4 kes dagerin malên xwe û dê bi vê kiryarê dilxweş bibin.
Kesên hatin berdan yên bi navên Paul Whelan, Evan Gershkovich, Alsu Kurmasheva û Vladimir Kara-Murza ne û ji bo serbest bên berdan jî, serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo wan welatên ku keda wan di berdana wan de heye, sipasiya wan kir. Ji bo pêvajoya berdana wan Biden weha got:
“Di vê pêvajoya zor ya tevlihev de û ji bo bigihên encamekî ji bo xebatên ku kirine sipasiya Tirkiyê, Almanya, Polonya, Slovenya û Norweçê yên hevkarên me dikim. Hukumeta Tirkiyê ji bo hemwelatiyên me ji bo bi aramî bigihên Almanya û DYAyê û ji bo ji wan re cîh daye, sipasiya Tirkiyê bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin