Herkî: "Dibe Pêsmerge berya hilbijartinê dagere deverên Kurdistanî”
PeyamaKurd – Sekereterê Komîsyona Pêşmerge yê Parlementoya Kurdistanê Seîd Herkî li ser mijara dagera pêşmerge ji bo deverên Kurdistanî yên ne bin rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, şiroveyan kir.
Herkî got ku bi armanca kontrola asayîşa deverên Kurdistanî çareser bibe, ji bo avakirina tûxayên hevpar yên di navbera wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêşdeçûn hene û hinek astengî hatine çareserkirin. Herkî ragihandina xwe ji bo K24 ê kir û got; dibe Pêşmerge berya hilbijartinê dagere deverên Kurdistanî.
Herkî ragihand ku di navbera artêşa Iraqê û wezareta Pêşmerge de dixwazin 2 tûxay ava bikin û wezareta Pêşmerge dixebite da berya hilbijartinê her 2 tûxay ava bibin da karibin asayîşa deveran kontrol bikin.
Analîstê leşkerî Ali Kakeyî jî ragihandiye ku hilbijartinên berê de, ji ber Pêşmerge li deverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de bûn, xelk bê tirs dengên xwe didan lê niha li Kerkûk û dora wê xelk di nav tirsê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin