Hesda Seibiyê rêya di navbera Mûsil û Hewlêrê de girtiye

05 August 2019 11:09 0 dîtin
Hesda Seibiyê rêya di navbera Mûsil û Hewlêrê de girtiye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Heşda Şeibiyê rêya di navbera Mûsil û Hewlêrê de girtiye.

Milîs û çekdarên Heşda Şeibî li dijî fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku gotiye bila Heşda Şeibî ji Mûsilê derkevin, rêka navbera Hewlêr û Mûsilê girtin!

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 24 saet mohlet daye Heşda Şeibî da ku baregehên xwe yên li deşta Neynewa û bajarê Mûsilê bigirin û ji wir derkevin.

Li hember vê yekê, komek milîs û çekdarên Heşda Şeibî li xala kontrolê ya bajarê Bertille kom bûn û rêka navbera Mûsil û Hewlêrê girtin. Ji ber wê jî qerebalixyek mezin li wir çêbûye û gelek otomobîl û rêwî li wir kom bûne. Ew dibêjin, heta Ebdulmehdî fermana xwe paşde venekişîne ew rêkê venakin!