Hesekê | Otomobîla bombebarkirî ligel kesekî hat desteser kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, otomobîleke bombebarkirî û kesê tê de hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HQSD), bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çarçoveya pêngava 'Operasyona Sondê' de ku hêzên wan di dawiya Tîrmehê de ji bo têkbirina torên sîxur û ajanên Tirkiyê dane destpêkirin, ajanekî Tirkiyê yê li otomobîleke bombebarkirî siwar bûbû desteser kirin.
Hat diyarkirin ku di nav otomobîlê de, nêzî 6 kîlo teqemeniyên tund hebûn û amadekariya teqandina wan di nava kombûnên welatiyan de li Hesekê hatibû kirin.
HSDê da zanîn ku hêzên wan kes girtine û teqemeniyên pê re jî bê bandor kirine.
Herwiha HSDê bal kişand ser êrîş û topbaranên vê dawîyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û ragihand, “Hêzên me teqez dikin ku dê li ser parastina ewlehî û îstîqrara herêmê şiyar bin û dê bi destên ji hesin li kesên hewl bidin tevlîheviyê çêkin, bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin