Hevdîtin Hewlêr | Amerîka pistgirî da bernameya reformên Kurdistanê
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdstanê Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê bi Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin re hevdîtinek kir.
Hat ragihandin, her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê kirine û pêşketinên dawî yên li navçeyê bi giştî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi hemû aliyan ve hat nirxandin û di heman civînê de hat diyar kirin ku çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalogan pêk bê.
Konsûlê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Fagin, piştevaniya welatê xwe bo bernameya çaksaziya herêma Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên dualî û aramiya navçeyê bi tekezî anî ziman.
Rewşa niha ya navçeyên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêr û hêzên hevpeyman de jî mijareke din a civînê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin