Amerîkayê pistgirî da lihevkirina Hewlêr û Bexdayê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek piştî ku dûh 16ê Mijdarê hinardekirina petrola Kerkûkê bi ser xeta boriya Kurdistanê re dest pê kir, civiyan.
Di civînê de ji nû ve destpêkirina şandina petrola Kerkûkê û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û hat ragihandin, di civînê de herwiha peywendiyên Hewlêr – Bexda, pêşketinên Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî û bi awayekî serkeftî birêveçûna hilbijartinên parlementoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li pêşveçûna zêdetir a peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, berdewambûna serkeftina pêvajoyê û berdewambûna peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin