Hevdîtinên Besar Esad li Çînê dewam dikin
PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşa Esad piştî bajarê Çînê yê bi navê Hangcou, gera xwe ya li Pekînê dewam dike. Esed di çarçova gera xwe ya li Çînê de, bi serokwezîrê Çînê bi Li Çiang re hevdîtin kir.
Çînê ragihand ku divê Sûriye yekîtiya axa xwe û desthilata xwe biparêze û di rêya xwe de geşepêdana xwe bike. Çînê her weha ragihand ku ji bo avakirina wê ya ji nûh de desteka xwe dewam bike.
Li, got ku ew amade ne ji bo têkoşîna li hemberê terorê destekê bide Sûriyê, ji bo xwurtkirina koordinasyona li hemberê hegemonyayê û ji bo wekheviya navdewletî û dadweriyê bi Sûriyê re hevkariyê bikin.
Esed jî ji bo desteka Çînê ya di seha aboriyê, civakî û erdheja li Sûriyê de sipasiya Çînê kir.
Çend sale ku Çîn li Sûriyê veberhênana xwe dike da piştî rewşa Sûriyê aram bibe, di avakirina wê de destekê bide Sûriyê û heya niha li dora 4 mîlyar dolarî veberhênanê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin