Hevseroka berê ya Saredariya Geverê biryara 17 sal û 6 meh ceza xwar
PeyamaKurd – Dadegeha Colemêrgê biryara doza ku Hevseroka berê ya Şaredariya navçeya Geverê ya HDPê Remziye Yaşar jî di nav de ku 29 kes jê dihatin darizandin da û di çarçoveya wê biryarê de, 17 sal û 6 meh ceza da Remziye Yaşar.
Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Yaşar, 15ê Îlona 2019an hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû danîn. Îro 1ê Cotmeha 2021ê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê rûniştina dawî ya Doza KCKê ya Geverê ku 29 kes jê dihatin darizandin, bireveçû.
Remziye Yaşar, bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBİS) ji Girtîgeha Elezîzê beşdarî dozê bû. Piştî darizandinê dadgehê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 17 sal û 6 meh cezayên girtîgehê da Remziye Yaşar, Vahit Şahinoglu û Mehmet Çapraz. Herwiha dadgehê ji bo desteserkirina Mehmet Çapraz jî biryara girtinê derxist.
Herwiha heman dadgehê ji bo 27 kesên din jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê gitîgehê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin