Hevseroka DEMê: Cihê peyvên Bahçelî sergo ye

27 December 2023 16:51 0 dîtin
Hevseroka DEMê: Cihê peyvên Bahçelî sergo ye

Peyama Kurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogullari diyar kir ku hikûmeta Tirkîyeyê dixwaze ji pevçûnan sûd werbigire û got, "Hikûmet cenazeyên leşkeran jî ji bo berjewendîya xwe bi kar tîne."

Tulay Hatimogullari, di civîna çapemeniyê ya ku li navenda DEM Partiyê hate lidarxistin de mijarên rojevê nirxand.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) dixwazin qeyrana aborî neyê rojevê û diyar kir ku dixwazin bi ser meytên leşkeran partîya wan bikin armanc. Hatîmogullari got: “Em êşa her ciwanê ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, di dilê xwe de hest dikin. Em careke din ji malbatên hemû ciwanên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û ji gelê Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin. Her wiha bi taybetî em vê helwesta hikûmetê û hevkarên wê ya ku dixwazin ji şer û pevçûnan ji bo sîyaseta xwe sûd wergirin bi tundî şermezar dikin.” 

Hatîmogullari anî ziman ku "hukûmeta AK Partî-MHPê meytên leşkeran jî ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne" û wiha dom kir:

"Em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiyê bixebitin. Bahçelî û yên din bi axaftinên xwe me dikin armanca derdorên tarî. Li hemberî we ne sextekar û ne jî kesên wek te ku ji bo berjewendîya xwe gelê xwe bi qurûşekî bifiroşin tune ne. Li hemberî we ti partiyek ku ji van gotinan bitirse tune ye. Em ê meydanê ji kesên ku ji namûs û rûmetê bêpar mane re nehêlin. Hûn ê bi qasî tawanên xwe erdê bişewitînin, hûn ê heddê xwe bizanibin. Peyvên dijûnî û nefretê ji axaftinên Bahçelî derxin, tiştek tê de namîne. Em gelek hatin qetilkirin, pir gef li me hatin xwarin, skence li me kirin, em avêtin zindanan. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe me gelek hewl da û em hatine vê rojê. Legan em nehanîn vê parlamenê, gel em anîn.”

Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de axaftinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Başçelî, şayanî sergo dît û got: “Ti gumana me tune ku zimanê Bahçelî yê ku mirovan arasteyî kîn û nefretê dike, wê bikeve sergoyê herî krêt ê dîrokê.”