Hevserokê berê yê Saredariya Sirnexê hat girtin
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê yê ku li Diyarbekirê bi tohmeta terorê hatibû desteserkirin, bi biryara Dadgeha Şirnexê hat zîndanîkirin.
Proseya dadgehîkirina Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê, Serhat Kadirhan, do Duşemê 23ê Tebaxa 2021ê li Dadgeha Şirnexê birêve çû.
Serhat Kadirhan, ku berê di çarçoveya lêkolînên terorê de ji kar hatibû dûrxistin û roja Înê 20ê Tebaxê di operasyonekê de li Diyarbekirê hat desteserkirin, ji Diyarbekirê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştina Dadgeha Şirnexê bû.
Serhat Kadirhan, li ser Lîsteya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wek Hevserokê Şaredariya Şirnexê hatibû hilbijartin.
Kadirhan, bi hinceta ku salên 2014-2016an di dema şerê xendekan ê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li çend navçeyên Bakurê Kurdistanê beşdarî civîneke çapemeniyê bûye, bi endambûna PKKê û propagandaya ji bo PKKê dihat tohmetbarkirin.
Dadgehê tohmetên li ser Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê qebûl kir û biryara girtina wî da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin