Hevserokê berê yê saredariya Sirnexê yê HDPê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê şaredariya Şirnexê yê HDPê Serhat Kadirhan, hat desteserkirin.
Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Kadirhan, di çarçoveya lêkolîneke ku derbarê wî de hatibû destpêkirin, do 20ê Tebaxa 2021ê di operasyoneke hêzên ewlekariyê de li Diyarekirê hat desteserkirin.
Li gor medya Tirkiyê, berî 10 meh dibe bi tohmetên “endamtiya PKKê, hewldan ji bo têkdana yekitiya welat û bikaranîna xerab a postê xwe” biryara desteserkirina Serhat Kadirhan hatiye dayîn û piştî destserkirinê ji bo navenda ewlekariyê hatiye veguhestin.
Li gor zanyariyan, li mala hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê lê hatiye desteserkirin, hêzên ewlekariyê dest danîne ser 7 sîmkart, komputerek û çendîn kelûpelên din ên dijîtal.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin