Hevserokê HDPê: Ji bo CHP Pirsa Kurd çareser bike ne pêwîst e bibe desthilat

30 September 2021 13:57 0 dîtin
Hevserokê HDPê: Ji bo CHP Pirsa Kurd çareser bike ne pêwîst e bibe desthilat

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Mithat Sancar, di bernameyeke televîzyonê de li ser pirsên di rojevê de axivî û daxwaz ji CHPê kir, li benda desthilatdariyê nemîne û bi HDPê re derbarê Pirsa Kurd de dest bi gotûbêjan bike û her du alî derbarê vê yekê de pêşniyarên xwe bidin hev.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, derbarê daxuyaniyên CHPê yên li ser Pirsa Kurd de axivî û da zanîn: “CHPê pêşniyareke wiha kir û partiyên din jî nêrînên xwe yên erênî eşkere kirin. Bila bên em gotûbêj bikin. Bila HDP jî pêşniyarên xwe ji bo CHPê pêşkêş bike. Ji bo vê yekê ne pêwîst e CHP bibe desthilat”

Sancar di aliyê rê û rêbazan de jî diyar kir, divê li parlamentoyê bê diyarkirin ku ev 'Pirs' dê bi çi rêbazekî û çawa bê çareserkirin.

Hewiha Sancar derbarê berbijêrê HDPê yê Serokkomariyê de jî axivî û amaje bi wê yekê dike ku ew niha ji bo berbijêrê Serokkomariyê navekî nabejin, lê wek beriya niha jî diyar kirine ku ew ji fikra berbijêrekî hevbeş re jî vekîrî ne û di vê mijarê de rêgez û rêbazê wan jî tên zanîn.

Hevserokê HDPê da zanîn: “Em dibêjin ji bo berbijêrê Serokkomariyê divê li ser navan neyê gotûbêjkirin. Navê kesan ne girîng in, rêgez û rêbaz girîng e. Eger pêwîst be em navekî hilbijêrin jî wek niha em ê di encama hevdîtinên gel û hêzên demokrasiyê de diyar bikin. Ev jî taybetiya HDPê ye. Demokrasî û nîqaş yekbûna me ava dike.”