Hewlêr | Bijîskên Rojavayê Kurdistanê nexwesan bêpere tedawî dikin

15 January 2021 10:30 0 dîtin
Hewlêr | Bijîskên Rojavayê Kurdistanê nexwesan bêpere tedawî dikin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê, bijîşkên Rojavayê Kurdistanê, dest bi helmeta ku nexweşan bêpere tedawî dikin kirin.

Li gor zanyariyan, beşek ji bijîşkên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê, li hemû beşên nexweşxaneyê bêpere pêşwaziya nexweşan dikin, bi taybetî ew kesên ku li kampan dijîn.

Li gor Bijîşkê Çavan Dr. Mehmûd Simo da zanîn; bijîşkên Rojavayê Kurdistanê xwe li ber miletê xwe berpirsyar dibînin, ku di vê rewşa aborî de Kurd tê re derbas dibin, bi taybetî xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li kampan dijîn, herwiha xelkê Başûrê Kurdistanê, yên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e, xizmeta wan dikin.