Hewlêr | Tevî hejmarek zêde çek û madeyên hisbir 2 tohmetbar hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Asayişa Hewlêrê 120 perçe çekên curbecur û 5 kg madeyên hişbir ligel du kesan desteser kir.
Rêvebiriya Nehîştina Madeyên Hişbir bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî di encama operasyonekê de wan kariye 2 tometbaran desteser bikin ku 5.5 kg madeyên hişbir û zêdetirî 120 çekên curbicur ligel wan bûn.
Asayîşa Hewlêr diyar kir ku lêkolîn li ser her du tometbaran hatiye destpêkirin.
Du roj berê jî Rêveberiya Giştî ya Asayişê, li Hewlêrê di malekê de 1500 demançeyên qaçax desteser kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin