Heya niha li Çînê ji ber Covîd-19ê 1771 kesan jiyana xwe ji dest daye

17 February 2020 15:01 0 dîtin
Heya niha li Çînê ji ber Covîd-19ê 1771 kesan jiyana xwe ji dest daye

PeyamaKurd -  Hejmara kesên ku koronavîrusa nû (Covîd-19) ketiye canê wan derket 70 hezar û 548 kesan û ji wan rewşa 10 hezar û 644 kesan giran e, hejmara kesên ku ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe jicdest dane jî derket 1771ê.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, hejmara kesên guman li ser wan heye ku koronavîrusa nû (Covîd-19) ketibe canê wan jî bûye 7 hezar û 264 kes.

Kesên ku di niha di bin kontrola pizîşkiyê de ne jî wek 150 hezar û 539 kes hat eşkerekirin. Kesên piştî dermankirinê baş bûn û şandin malên wan jî 10 hezar û 844 kes in.

Di 24 saetên dawîn da 105 kes mirin


Ji ber nexweşiya KCovîd-19ê, li welêt di 24 saetên dawîn da 105 kesena jiyana xwe ji dest daye, vîrus ketiye canê 2 hezar û 48 kesên din.

Ji kesên ku canê xwe ji dest dane 100 kes ji eyaleta Hubeyê, 3 kes ji Hunanê, 2 kes jî ji eyaleta Guangdongê ne.

Vîrûsa nû ya koronayê 12ê Kanûna 2019an li bajarê Vuhan ê eyaleta Hubeyî ya Çînê derketibû holê û piştî belavbûna wê vîrûsê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê(WHO) rewşa awarte ragihandibû.


Nûçeyên Peywendîdar

WHO: Me navê coronavîrusê “covid-19” danî

Jackie Chan dê milyonek Yuan bide kesên ku panzehîrê Korona virusê bibîne

Coronavîrûs û vexuyaniyên wê çi ne û mirov çawa xwe jê biparêze?