Heya niha zêdetirî 20 hezar kesan ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane
PeyamaKurd - Zankoya Johns Hopkins ragihand ku vîrusa korona (covid-19) heya niha 20 hezar û 857 kes kuştine.
Li gorî daneyê Zankoya John Hopkinsê, li Îtalyayê 7hezar û 503, li Îspanya 3 hezar û 445 û li Hubei ya Çînê jî 363 kesan bi vîrusa korona (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyên wê zankoyê, vîrusa koronayê li seranserê cîhanê ketiye canê 460 hezar û 250 kesan.
Hejmara kesên ku bi wê vîrûsê ketine li Çînê 81 hezar û 661, li Îtalyayê 74 hezar û 386 û li Amerîkayê 6 hezar û 2873 ye. Vîrusa korona li New Yorkê 192 li Washingtonê 94 kes kuştine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19ê ketine gihîştiye 103 kesan, di nava wan 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin