Vîrusa korona heya niha li ser 3 hezar kesan hatiye dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê jîyana xwe ji dest dane bûye 80 kes.
Vîrusa korona berê li bajarê Wuhan yê Çînê hatibû dîtin û piştre li welatên din jî belav bû ku hîn jî dermanek ji bo çareseriya wê vîrusê nehatiye peydekirin ku bûye metirsiyeke mezin li seranser dinyayê.
Berpirsên tenduristiyê yê Çînê radigihînin ku nexweşîya ji vîrusa korona heta niha li gorî tesbîtan li ser 3000 kesan peyda bûye. Li gorî medya fermî ya Çînê rewşa 300 nexweşên koronayî giran e.
Rêveberiya Çînê ji bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire betlaneya sersala Çînê 3 rojên din ango heta roja Yekşemê dirêj kiribû.
Serokwezîrê Çînê Li Kegiang îro Duşemê ji bo şopandina rewşa rewşê serdana Wuhanê kir.
Metirsiya vîrusa koronayê li seranserê dinyayê belav dike û heta niha bi dehan welat ketina alarmê daku rê li ber wê vîrusê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin